Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekemîn konferansa Ciwanên Rojhelata Kurdistanê li Hewlêrê birêve çû

19:48 - 21 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Ciwanên Rojhelata Kurdistanê yekemîn konferansa xwe li bajarê Hewlêrê birêve birin.
Li gor peyamnêrê Kurdistanmedia, roja Înê 20\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, yekemîn konferansa Lawên Rojhelatê bi sirûda netewî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina hemû ew lawên ku canê xwe bo nîştemanê fîda kirin e, dest pêkir.
Di wê konferansê de nêzîk bi 170 endam û pitir ji 40 ciwanên serbixwe li derve û hundirî Kurdistana Rojhelatê û hêjayê gotinêye ku nûnerê partiyên Kurdistana Rojhelatê amade bûn.
Piştre peyama wekirina konferansê ji aliyê Fûad Ceiferî berpirsê Ciwanên Sazmana Xebata Kurdistanê ve hat xwendin û her di dirêjiyê de Celal Rewangerd cêgirê sekreterê giştî yê Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê, peyama konferansê bo lawên Rojhelatê pêşkeş kir.
Peyama konferansê bo ciwanên 4 parê Kurdistanê, ji aliyê Karo Kenkaş endamê birêveberiya Girupa Karê Lawan û dersxwanên Partiya Azadî a Kurdistanê ve hat xwendin.

Di dawiya wekirina konferansê de peyama konferansa Ciwanên Rojhelatê bo xelkê Kurdistana Îranê ji aliyê Tewar Şerefî berpirsa Ciwanên Yeketiya Şoreşgirên Kurdistanê ve hat pêşkeşkirin.
Konferansa han li 5 panêlan pêk hatbû ku her panêlek bi tewerên teybet bi ciwanan bi giştî û bi taybet ciwanên Kurdistana Îranê, hat pêşkeşkirin.
Panêla Yekem
Di panêla yekem a wê konferansê de tewera pêwendî bi diyardeya koçkirina ciwanên Kurdistana Rojhelatê bo derveyî welat ji aliyê Lêyla Mihemedî endama Heyeta Îcrayî a Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ve hat xwendin.

Di pişka duyema panêlê de astengên li ser rêka bi dadperweriya civakî li Rojhelata Kurdistanê ji aliyê berpirsê Navenda Ciwanên Pêşrew Kawe Kerîmîve hat pêşkeşkirin.

Panêla Duyem
Beşa yekema panêla duyem a konferansa Ciwanên Kurdistana Rojhelatê, Emîr Ebdullazade rola ciwanan di şoreşa rizarîxwaziya Kurdistana Rojhelatê de, tewere din bo ku pêşkeşî amadebûyan kir.
Darvekirin û girtina Ciwanan li Kurdistana Îranê behsek din bû ku di pişka duyem a panêla duyemê de ji aliyê Hozan Sarwanve hat xwendin.

Panêla Sêyem
Peyamnêrê malpera Kurdistanmedia di cihê birêve çûne yekemîn konferansa Ciwanên Kurdistana Rojhelatê ragihand: Panêla sêyem a wê konferansê paş nîveroa heman rojê de birêve çû, û di vê panêlê de Rêbaz Kerîmî basek li ser Îslama Siyasî û encamên vê li Kurdistana Rojhelatêpêşkeş kir.
Di pişka din a panêla sêyem de, Enfala Sipî û Bandora vê li ser ciwanên Kurdistana Îranê behsek din bû ku ji aliyê Hugir Mihemdîve hat xwendin.
Panêla Çarem
Biryar û rasipardê yekemîn konferansa Ciwanên Rojhelatê, ji aliyê Fûad Xakîbêyîgî sekreterê Giştî yê Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îran ve hat pêşkeşkirin û bi piraniya dengê endamên konferansê hate teswîbkirin.
Peyama konferansa han bo hêzên siyasî ên Kurdistana Rojhelatê ji aliyê Helgurd Kamyaranîve hat xwendin.
Herwisa peyama konferansê bo civaka navdewltî ji aliyê Fîrûz Mamoyî berdevkê Kurdistanî a Saziya Ciwanên Pêşrew ve hat xwendin.
Di pişka din a panêla çarem a yekemîn konferansa Ciwanên Kurdistana Rojhelatê de behsek liser hez û daxwazên ciwanên Kurdistana Rojhelatê ji aliyê Tewar Şerîfîve hat gotin.
Panêla Pênçem
Panêla dawî a wê konferansê, behsek bû liser çawaniya amadekarî bo konferansa neteweyî a ciwanên 4 parçê Kurdistanê, ji aliyê Saman Feqênebî sekreterê giştî yê Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Rojhelata Kurdistanê ve xeste ber ra û bûçûnên endamên konferansê.
Di dawiya konferansê de, Seîd Celal Salihî cêgirê sekreterê giştî yê Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Rojhelata Kurdistanê peyama dawîhatina yekemîn konferansa Ciwanên Rojhelatê pêşkeş kir.