
Lêwekolerên zanista pizişkî li Amerîka, yekemîn Waksen “pêkute” ya bi dijî Korona yê, li ser mirovan ceribandin.
Roja Duşemiyê 26 ê Reşemê, Zanayên saziya lêwekolîna “Kayzêr pr manêntî” li Siyatêl ê ev Waksen li ser 4 kesên dilxwaz ceribandin.
Qirare ew waksena 2 caran di heyamê Mehekê de li ser 45 kesan bête ceribandin.
Gorî Rojnama Deylî meylî a Birîtaniya, zanayê vê pirosê dibêjin,: qonaxa yêkim de ev Waksen dê bête ceribandin û dê benda berdek û kartêkeriya wê bin, qonaxa duyem de jî dê bikevne rijdkirin pêkhata vê Pêkutê.
Ceribandina Siyatêl ê çend Rojan piştî wê yekê hate encamdanê ku Saziya Tendirustiya Cîhanî ragihand ku rewşa Cîhanê li ber belawbûna bileze Vîrûsa Korona yê gelek xirabe û nêzîkî 200 hezar kesî ev Vîrûs girtine.
Her niha deha girûpên zanista Pizişî li seranserî Cîhanê, li cehda çêkirin û peydakirina Derman û Pêkuta dijî Korona yê dene.