Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekemîn wizegeh a cîhana Ereb di welatî Îmarat ê de dest bikar bû

18:42 - 2 Tebax 2020

 “Îmararata Yekgirtî a Erebî”, yekemîn wizegeha navikî ya cîhana Ereb, ava kir û kete rêza wan welatan ku, ji wizegehên navikî, berqê berhem tînin.

Roja Şemî, 1ê Tebaxê, Hakimê Dubey,ê “Mihemed bin Raşid”, di “twîtt”ekê de ragihand: “Qonaxa ceribandinên berfireh û tewawkirina wizegehê, bi awayekî serketî bi dawî hat”.

Wizegeh a “Birakê” a Îmarat ê, ji 4 reaktoran bi hêza berhemanîna 5 hezar û 600 migawat û bi bihaya 25 milyard dolaran pêkhatiye û qirare ku heya çend mehên dinê, berhemanîna berqa wê reaktorê, bigîje qonaxa bazirganîpêkirinê.

Wezegeh a navikî ya Îmarat ê, ji aliyê hevpeymaniyekê bi berpirsayetiya şirketa “KPKO” a Kore ya Başûr ve, hatiye avakirin.

Desbikarbûna wizegeh a “Îmarat” ê, di demekê deye ku, rejîma Îran ê bi 10an sale serwet û heyîya wî welatî xercê wizegehên navikî dike û heya niha jî, tevî ku ti xêrek bo xelkê Îran ê tinebûye, bi sedema bernameya navikî ya rejîmê, ku bi armanca berhemanîna çeka navikî dixebite, ew welat rastî dorpêçên herî giran kiriye.