Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yeketiya Ewropa ambargoyên nû xistine ser Sûriyê

21:05 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Wezîrên derve yê Yeketiya Ewropa roja Sêşemî di lihevhatinekê de dorpêçên nû li dijî rejîma Sûriyê pejirand in.

Nûçegihaniya Feranse bilav kir, li gor daxuyaniyek ku ji aliyê Yeketiya Ewropa ve derketiye holê, wezîrên dereve yê wê yeketiyê sê karbidest û 9 navendên Sûriyê bi lîsta gemaroyên dijî wî welatî zêde kirin û hetûçûna wan bo welatên Ewropa qedexekirin.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ku ev tehrîmane bi sedema tepesekirina hemwelatiyên sivîl li Sûriyê û piştîwanî kirina wan kesên ji rejîma Beşar Esed, cîbicî kirine û qirare navên wan roja Çarşemî bilav bikin.

Li gor biryarên nû hejmara wan navend û kesane ku hatine dorpêçkirin 192 kes û 62 navend zêde kiriye.

Li meha Gulan îsal de dewleta Biljîkê ambargoyên dijî rejîma Sûriyê ku tehrîma petrol û bilok kirina darayên hevpeymanên serkomarê wî rejîmî bi xwe girtibû bo salekî din dirêj kirin.