
Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Yekgirtoya Îslamî a Kurdistanê, digel PDKÎ civîn pêk anî.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rêkefta 4`ê Reşemeh(24`ê Şobat)ê, şandeke Partiya Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistanê bi serperestiya Dr.Mihemed Hevdiyanî, berpirsê giştî yê dezgeha pêwendiyên wê partiyê, serdana binkeya Desteya Kargêrî a PDKÎ kir, û ji aliyê heyeteke hizbê bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî, cêhgirê duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê hizbê, pêşwazî ji wan hate kirin.
Di destpêkê de, Mihemed Hevdiyanî, ji aliyê Partiya Yekgirtoya Îslamî sipasiya PDKÎ kir, li ber pêşwazîkirinê, û herwisa îşare bi vê kir ku Partiya Demokrat û Yekgirtoya Îslamî, dîrokeke dûr û dirêj derheq pêwendiyên dostane ku hene, û piştre li ser pirsên girêdayî Kurdistan, deverê, û herwisa helwêst û dîtingeha Partiya Yekigirtoya Îslamî axavitin û li ser rol û nîştimanîbûna berpirsane ya PDKÎ derheq tevgera rizgarîxwazane a neteweya Kurd bas kir.
Piştre Mihemednezîf Qadirî, tevî sipaskirina ji heyeta Yekigirtoya Îslamî derheq vê serdanê de,û rola Yekigirtoya Îslamî wekî hêzeke nîştimanî û miyangir bilind nirxand û helwêst û siyasetên PDKÎ derheq bûyerên Kurdistan û Îran û deverê de axavit, û derheq pirensîpên neguhertî yên PDKÎ wekî parastina exlaq di siyaset û berjewendiyên bilind yên neteweyî de jî, axavt.
Di dawiya vê civînê de, du aliyan, li ser bihêztir kirina pêwendiyên di navbera du aliyan de pêdagîrî kirin.