Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Demokrat ya Kurdistanê “Rasan” bilind nirxand

14:43 - 24 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Heyeta Yekîtiya Demokrat ya Kurdistanê serdana PDKÎ kir, û di vê serdanê de li ser girîngiya “Rasan”a Rojhilat di dîroka bizava rizgarîxwaziya Îran û Kurdistanê de axavtin kirin.

Roja Pêncşemiyê 1`ê Xermananê heyeteke Yekîtiya Demokrat ya Kurdistanê bi serperestiya Usman Ce`iferî sekreterê giştî ê vê hizbê serdana Desteya Kargêrî ya PDKÎ kirin, û ji aliyê heyeteke PDKÎ bi serperestiya Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ ve pêşwazî ji wan hate kirin.

Usman Ce`iferî destpêkê tevî spasiya li heyeta PDKÎ basek derheq rewşa niha ya Îran û Kurdistanê pêşkêş kir, û “Rasan” jî wekî nuqte guherînekê di dîroka bizava rizgarîxwaziya Îran û Kurdistanê de da zanîn.

Navbirî bas ji vê kir ku ew yek hereketeke şoreşgerane ye ku bûye cihê hêviyê bo hemû aliyekî, û palpiştîkirina ji vê xebatê wekî erk û wezîfeya hemû welatparêzekî da zanîn.

 Di hemberî vê yekê de, Mistefa hicrî tevî bixêrhatinkirina heyeta mêhvan basek li ser rewşa Kurdistana Rojhilat û pirsa Kurd bi giştî pêşkêş kir, û tevî spasiya li Yekîtiya Demokrat ya Kurdistanê, bo piştevaniya ji “Rasan”a Rojhilat, ragehand ku ew qonax ji dîroka xebata me, hewcehiya wê bi hevkarî û yekgirtina hemû aliyekî heye, û dibe em hemû pêkve di warê parastina berjewendiyên bilind ên neteweya xwe de pêngavan hilgirin. Di dawiyê de herdu aliyan li ser karê hevpar di navbera hêzên siyasî ên Kurdistanê de pêdagirî kirin.