Yekîtiya Ewropayê li ser malpera fermiya xwe belav kiriye, “Şêwreya Hevkariya Kendavê, hevkariya bihêzkirî û berfirehtirkirî yên digel Yekîtiya Ewropayê bi xala serekî ya berjewindiya hevpar dizane”.
Şêwreya Pêwendiyên Derve ya “Yekîtiya Ewropayê” li roja Duşemî 20`ê Hezîranê, di bajarê “Lokzamborg” ê de belgeya hevkariya stratejîk ya digel Şêwreya Hevkariya Kendavê pesend kir û di vê derheqê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Şêwreya Pêwendiyên Derve ya “Yekîtiya Ewropayê” de bi tekezî komara Îslamiya Îranê weke “çavkaniya neramî li deverê” hatiye nasandin û ragihandiye ku: “Hikûmeta Îranê piştevanîkirina rasterast û nerasterast ji girûpên siyasî û leşkerî yên girêdayî xwe û veguhastina mûşek û çek û teqemeniyan bo birêveberên hikûmetî û nehikûmî di deverê de berdewam e”.
Welatên “Emman, Qeter, Erebistan, Behrên, Îmarat û Kuwêt” endamên Şêwreya Hevkariya Kendavê” ne û heta niha bi sedema destêverdan û fitneyên rejîma Îranê, ewlehî û aramiya wan rastî pirsgirêkan hatine.