Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê daxwazkara Amerîkayê ya derheq Îranê nepejirand

17:54 - 16 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Rojek piştî ku cêhgirê serkomarê Amerîkayî ji NY daxwazkir da ku ji lihevkirina digel rejîma Îranê vekişin lê, NY ev daxwazkara Amerîkayî nepijrandin.

“Federica Mogherini” di civîneke ewlehî de ku li bajarê “Munich” ê de hate lidarxistin got: Parastina lihevkirina Bercamê ya di gel Îranê “ mijareke ewlehiy e”, û herwisa di wê civînê de “Heiko Josef Maas” Wezîrê Karê Derve yê Almaniyayî bihêzibûna Ewropayî di pêbendbûn bi vê lihevkirina navikî dubare kir û got: Em Îraneke bi  bê çeka navikî dixwazin, çimkû em çalakiyên têkderane yên wê rejîmê di deverê de dibînin, û bi bê “Bercam” aramiya deverê nayî parastin.

Herwisa “Mike Pence” roja Înê, berî ku civîna “Munich” bê lidarixistin got: Rejîmek di Tehranê de heye ku, dolika  komkûjî û gefxwarinê heye, û herwisa navbirî di civîna “Warşo” yê de ji Yekîtiya Ewropayî daxwaz kiribû, da ku, ji lihevkirina digel rejîma Îranê vekişin.