Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê dixwaze Serpîskoposê Rûsiyayê bixe dinav lîsteya dorpêçan de

10:42 - 5 Gulan 2022

Di pêvajoya amadekirina 6emîn dorpêçên Yekîtiya Ewropayê ên li dijî Rûsiyayê, navê Serpîskoposê Giştî yê Dêra Ortodoksên Rûsiyayê li reşnivîsa rêzbenda dorpêçên Yekîtiya Ewropayê ên li dijî Rûsiyayê de hatiye zêdekirin.

Yekîtiya Ewropayê di pêvajoya amadekirina 6emîn dorpêçên Yekîtiya Ewropayê ên li dijî Rûsiyayê, navê Serpîskoposê Giştî yê Dêra  Ortodoksên Rûsiyayê “Kirill Yekem” jî li reşnivîsa rêzbenda dorpêçên Yekîtiya Ewropayê yên lidijî Rûsiyayê zêdekirine.

Eger ev reşnivîs bê pesendkirin, tevahiya darahiya“Kirill Yekem” dê li Ewropayê bê zeftkirin û nikare serdana 27 welatên endam ên di saziya Yekîtiya Ewropayê de bike.

“Kirill Yekem” di dema êrîşa Rûsiyayê ya lidijî Ukraynê, wî ev şer li dijî xerabiyê binav kiribû û herwisa yek ji kesayetiyên hevpeyman ê Vladimir Putine û di sala 2012an de ew Putin bi “Moiciza Xwedê” binav kiribû.

Rêberê Katolîkên Cîhanê “ Pope Francis” jî Serpîskoposê Giştî yê Ortodoksên Rûsiyayê “Kirill Yekem” bi hevdestî digel Kirêmlînê tawanbar kiribû.

Şerê di navbera Rûsiya û Ukraynê de berdewam e û roja Çarşemî 4`ê Gulanê, Serkomarê Ukraynê “Volodymyr Zelenskyy” ragihandibû ku, qonaxa yekem a êrîşên Rûsiyayê sekinîne û li qonaxa duyem de, dê hêzên Rusiyayê ji Ukraynê derbixînin.

Herwisa serkomarê Ukraynê ragihandiye ku, heta hêzên Rûsiyayê ji Ukraynê paşve venekişin ev agirbesa digel Rûsiyayê erê nake.