Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê jî pişta rejîma Îranê berda

18:18 - 9 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyeke hevpar de, pêşniyara rejîma Îranê ya mohleta 60 rojî red kir.

 Berpirsa siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê “Fredrika Mogihrini” ragehandin ku, hevalbendiya sê welatên wekî Alman, Birîtaniya û Fransayê ku li lihevkirina navikî ya digel rejîma Îranê mane, bi weşandina daxuyaniyeke hevpar, ev pişniyara mohleta 60 rojî ya rejîma Îranê ya derheq berdewamkirina bazirganîkirina digel Îran û m`ammleyên bankî red kirin û ragegand ku, “Em her core oltîmatomekê red dikin û emê derheq pêbendbûna Îranê bi Yasayên navikî berhevdanekê encam bidin.

Herwisa navbirî got ku, heya niha jî welatên Ewropayê pêbend bi lihevkirina Bercamê ne û hewl didin da ku sazûkara malî û bazirganîkirina digel Îranê “Inistks” rêkbixînin.

 Her di vê pêwendiyê de, du welatên Ewropayê yên wekî, Birîtaniya û Fransayê berê jî gotibûn ku, hekî rejîma Îranê pêbendbûna xwe derheq lihevkirina Bercamê kêm bike, Ewropa wê tehrîmên xwe yên lidjî vê rejîmê bixîne ger.

Ev biryarên welatên Ewropayê di vê demê de hatine gorê ku, roja Çarşemî 18`ê Banemerê Şêvra Ewlehî ya rejîma Îslamî ya Îranê, 60 roj mohlet ji welatên Ewropayê re dabûn, da ku hem nefta wî welatî bikirin û hem jî m`amleyên bankî yên xwe yên digel Îranê berdewam bikin, lê, hekî wisa nebe, ev rejîma Yasayên derheq Uranyoma mehandî û enbarkrina ava giran wê binpê bike.