
Saziya Tendirustî ya Cîhanê di daxuyaniyekê de daye zanîn ku zêdetir ji 80 ton kelûpelên pizîşkî bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê şandye.
Saziya Tendirustî ya Cîhanê daye zanîn, ew kelûpelên ku bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatine şandin ji aliyê ofîsa alîkariya mirovî ya komîsiyona Ewropayê ve hatiye dabînkirin.
Pêka daxuyaniya Saziya Tendirustî ya Cîhanê, ew alîkariyane, “KÎT”ên nasîna Koronayê, derman û kelûpelên xweparastin li hember Koronyaê li xwe ve digre, ku ji aliyê ofîsa alîkariya mirovî ya komîsiyona Ewropayê ve hatiye dabînkirin.
Wê Saziyê daye zanîn ku, nêzî 85 ton kelûpelên pizîşkî, ji rêya balafigeha navnetewî ya Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê ve bo Demişqê hatiye şandin û di wir de jî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve tê şandin.