Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê rejîma Îranê derev derxist

18:03 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê, ku hêviya wan bi Yekîtiya Ewropayê bû, koşka hêviyên wan jî herifî, û YE ev derev derxistin.

Li gorî raporên belavbûyî, “Maya Kutsianchich” Berdevka Yekîtiya Ewropayê, ku di lêdvanekê de, bas ji vê kiriye ku axavtinên “Federica Mogherini” berpirsa pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê, derheqê pejirandina besteya piştevanîkirin ji lihevkirinnameya Bercamê, û radestkirina vê besteyê jî Îranê re rast nine, û axavtinên berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê jî derev zanîn.

Berdevka Yekîtiya Ewropayê pêdagirî jî kiriye ku, “Mogrini” tu lêdvanek derheqê pejirandina besteya piştevanîkirin û radestkirina vê besteyê ji rejîma Îranê re encam nedaye, û ev nûçeya rast nine.

Roja Şemî rêkevta 9`ê Pûşpera 1397`an, nûçeghaniyên rejîma Îslamî ya Îranê belav kiribûn ku, “Mogrini”  di civîna du rojî ya berpirsên Yekîtiya Ewropayê ya li “Brucsele” bas ji amadekirin û pejrandina besteyek ji bo pişvanîkirin ji Bercamê kiriye, û ev besteya jî radestî berpirsên rejîma Îranê kiriye.

Piştî belavbûna vê nûçeyê, “Maya Kutsianchich” ev lêdvana bepirsên rejîma Îslamî ya Îranê derev derxistiye.

 “Maya”pêdagîrî jî kiriye ku, “Federica Mogherini” hewl dide lihevkirinnameya navikî biparêze, lê tu hewlek ji bo radestkirina besteya piştevanîkirin ji vê lihevkirinnameya navikî encam nedaye.

Rejîma Îslamî ya Îranê, piştî vekşiyana Amerîkayê li Bercamê, givaşeke aborî ya zêde ketiye ser Îranê, û bazarên Îranê bi awayekî nîve hatine daxistin.

Di roja derbazbûyî de jî, serbarê vê ku berpirsên rejîma Îranê îdi`a dikin, ku dorpêçên aborî tu bandorek li ser me nekiriye, lê roja derbazbûyî, “Elî Xamineyî” di rêûresma derçûnên dersxwanên zanîngeh Leşkerî  de ev yeka eşkere kir ku, dorpêçên aborî bandor li ser Îranê danîne, û eva jî bi vê meremê ye ku nizam û xelkê ji yek cuda bikin.

 “Xamineyî” di axavtinên xwe de êrîşî ser “Hesen Rohanî” kir û got: Hindek kes dibêjin ku bila em teslîm bin heta ku dijmn zêdetir karên xwe nedomîne, lê ev nizanin ku berxwedan girîngtir e”.

Kirîza siyasî, aborî, û civakî hemû çarçoveya desthilata rejîma Tehranê bi xwe girtiye, û berpirsên rejîmê jî tenê van arîşe û pirsgirêkan vedişêrin.