
Yekîtiya Ewropayê, Wezîrê nû yê Sûriyê, “Feysel Miqdad” xiste nav listê tehrîman ku 2 mehan berî niha, bibû Wezîrê Derve yê Sûriyê.
Roja Înê 15ê Kanûna Paşîn, Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrê Derve yê Sûriyê, “Feysel Miqdad”, tehrîm kiriye û hejmara kesên ku hatine tehrîm kirinê, gihîştiye bi 289 kesan; Ew tehrîm li sala 2011an de li ser wan kesan hate danîn ku di kuştina xelkê sivîl de dest û rol hebûne û “Feysel Miqdad” jî yek ji wan kesan e.
Yekîtiya Ewropayê tekezî kiriye ku çavedêriya rewşa şerê hundir yê Sûriyê ji nêz ve dike û ew Şêwra lêkoloînê li ser her core biryarek bona dirêjkirina heyamê tehrîman bi awayê salane dike.
Herwisa di wê daxuyaniyê de hatiye ku, Yekîtiya Ewropayê bona peydakirine rêkareke siyasî ya hertimî û cihê baweriyê, pêka biryarnameya 2254 a “Saziya Ewlehiya Welatên Yekgirtî” û daxuyaniya sala 2012 a “Jinêv” a derheq şerê Sûriyê, micid e.
“Feysel Miqdad” 2 mehan berî niha, piştî mirina Wezîrê Derve yê Sûriyê, “Welîd Muellim” bû bi Wezîrê Hundir yê Sûriyê.
Tedaxul û kiryarên rejîma Îranê li Sûriyê û herwisa pêştevaniya siyasî û aborî li deshilata “Beşar Esed” û girûpên terorîstî wekî Hizbullahê, hêj nehiştine xelk welatê xwe rizgar bike.