
Kurdistanmedia: Yekîtiya Ewropayê dorpêçên mafê mirov yên li dijî rejîma Îranê bi sebeba binpêkirina mafê mirov berdewam kir.
Li gorî raporên belavbûyî, roja Duşemî 19`ê Xakelêweyê(8`ê Nîsanê) Şêvra Yekîtiya Ewropayî ragehand ku welatên endam yên di Yekîtiya Ewropayê de, bi sebeba binpêkirina mafê mirov heya sala 2020`an dorpêçên mafê mirov yên li dijî rejîma Îranê wê berdewam bikin.
Ev dorpêçane wiha ne: Qedexbûna serdana hin berpirsên rejîmê bo welatên endam yên di Yekîtiya Ewropayê de, û herwisa destbiserde girtina serweta 82 hevwelatiyên Îran û navendek ku heya 13`ê Nîsana sala 2020`an wê berdewame.
Herwisa vê Yekîtiya Ewropayê dana alavên bi Îranê ku, dikare bo serkutkirin û kontrol hevwelatiyan bi kar bînin qedexe kiriye.
Yekîtiya Ewropayê ev dorpêçên li dijî rejîma Îranê yekem car di sala 2011`an hatin îlankirin û kêmtir ji du salan piştî serkutkirinên berfireh yên nerazîbûnên xelkê yên derheq hilbijartinên serkomariyê yên sala 1388`an, in, di vê salê de vê Yekîtiya Ewropayê rêzbendek ji 82 kes û hind berpirsên payebilind yên ewlehî û dadweriyê ragehandine ku di serkutkirinan de rol hebûne.
Ji aliyekî din ve, rejîma Îranê di heyama salên borî de, bi awayekî berdewam ji aliyê Saziya Mafê Mirov, bi binpêkirina berdewam a mafê mirov hatiye şermezarkirin.
Saziya Lêborînê ya navneteweyî di raporeke xwe de, ku di Kanona Duyem a sala 2019`an belavkirinbûn ,sala derbazbûyî wekî sala cihê şermê bo Îranê di dîrokê de” bi navkiriye, û ev rapora derheq desteserkirina xwendekar, çalakvanên jîngehparêzî, mafê mirov, û herwisa çalakvananên medyay, parêzer, binpêkirina mafê mirov yên derheq Derwêşên Gunabadê û reftarkirina tund a di gel keçên ku nerazîbûna derheq peçatin(hicab) a bi zorê û nerazîbûnên kedkariyê yên di Îranê de nîşan dabûn, îşare kiriye.