Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayî nîgeraniya derheq ceribandinên mûşekî yên Îranê nîşan da

16:50 - 5 Şibat 2019

Kurdistanmedia:Yekîtiya Ewropayî di daxuyaniyekê de, nîgeraniya xwe li hemberî ceribandinên mûşekên balistîk yên rejîma Îranê nîşan da, û ji wê rejîmê daxwaz kir da ku, çalakiyên mûşekî yên xwe bisekinîne, ku bûne sebeba çê bûna bê bawerî û nearamiya  deverê.

Roja Dûşemî rêkefta 15`ê Rêbendanê, Yekîtiya Ewropayî bi belavkirina daxuyaniyekê derheq bernameyên mûşekî yên balistîk yên rejîmê hişdarî da.

Yekîtiya Ewropayî bi awayekî micid li hemberî zêdebûna  orthavêjî û pêkandina mûşekên balistîk yên rejîma Îranê, nîgeraniya xwe nîşan da.

Herwisa di beşeke din a vê daxuyaniyê de hatiye ku:  Hevdem digel zêdebûna asta ceribandinên mûşekan ji aliyê rejîmê ve,, Îranê hewl dide da ku, pêkandin û orthavêj ya mûşekên xwe zêde bike, û ev çalakiyane bilî çê kirina bê baweriyeke kûr,  nearamiya deverê jî zêde dike.

Yekîtiya Ewropayî  daxwaz ji  rejîma Îranê kiriye ku bi encam dana çalakiyên mûşekî yên xwe biryarnameya 2231 ya Şêvra Ewlehiyî ya Saziya NY binpê dike, bila dawyî pê bîne.

Rejîma Îranê hevdem digel dijberîkirina li hemberî Amerîkayî, û piştî rêkevtinameya navikî a 2015`an, bernameyên ceribandinên mûşekên balistîk yên xwe  zêde kiriye, lê rejîm dibêje ku ewa tenê bernameyeke  bo berevanîkirinê, tu yek ji mûşekan şiyana hilgirtina kilavên navikî tunînin.

Herwisa Yekîtiya Ewropayî, li hemberî aloziyên Rojhilata Navîn, û hebûna rejîma Îran li Sûriyê, û  piştevanîkirina rejîmê li Hizbulaha Lubnanê, nîgeraniya xwe nîşan da, û di vê daxuyaniyê de, daxwaz ji hemû aliyên şer yên, wekî Yemen û bi taybet rejîma Îranê kiriye, da ku dawyî bi wan şer û aloziyane bînin, û piştevaniyê ji biryarnameya 2451 a Şêvra Ewlehiyî bikin.