Yêkitiya Ewrûpa heyamê dorpêç û biryarên rêgirî ya li ser 87 berpirsên rejîma Îranê dirêj kir
Roja Sêşemî, 19`ê Gulanê, Nûnerê Payebilind û Serokê Siyaseta Derve a Yêkitiya Ewrûpa, “Jozêf Borêl”, di daxuyaniyekê de ragihand ku Yêkitiya Ewrûpa, bi hegera binpêkirina mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê ve, heyamê dorpêç û biryarên rêgirî ya li ser 87 berpirsên rejîma Îranê bo heyamê Salekê, dirêj kiriye.
Di vê daxuyaniyê de hatiye ku: “ welatên wekî, Albanî, Îslend, Bosnî û Hirzîgovîn, Komara Moldaviya, Meqdûniye ya Bakûr, Lixtên Ştayin, Montê Nêgro û Norwej, derheqê cîbecîkirina biryarên rêgirî bi dijî 87 kesên girêdayê rejîma Îranê, ew biryar pesend kirine û Yêkitiya Ewrûpayê keyfxweşiya xwê li ser wê yekê nîşanda.
Rejîma Îranê bi tedaxul û alozîxistin di cîhanê de û herwisa piştewanî ji terorîsm, şuştina perê reş û terora xelkê Îranê û cîhanê, welatên dinê neçar bi dana biryarên dijwar yên dorpêçên aborî û danîna yasayên rêgir ji wan tedaxulên rejîma Îranê kiriye û nirxa wan dorpêç û baykotan, xelkê belengaze Îranê dide.