
Kurdistanmedia: Şandeke Yekîtiya Jinan a Demokrata Kurdistana Îranê serdana birêz Nesrîn Qasimlo hevjîna şehîd Dr. Qasimlo kir.
Roja Şemiyê 5`ê Cozrdana 1397`an şandeke Yekîtiya Jinan a Demokrata Kurdistana Îranê bi serperstiya Kejal Neqşbendî berpirsa giştî ya vê rêkxirawê li derveyî welat, serdana birêz Nesrîn Qasimlo hevjîna şehîd Dr. Qasimo û endama îftixariya Yekîtiya Jinan li Firansayê kir.
Di vê hevdîtinê de, destpêkê ji aliyê Kejal Neqşbendî ve basek li ser armanca Yekîtiya Jinan ji vê hevdîtinê û hevxebatî û piştevaniya berdewam ya birêz Nesrîn Qasimlo di tevgera Jinan a Kurd li Rojhilat bi taybetî têkoşîna Yekîtiya Jinan hate kirin.