Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê şehîd Dr. Qasimlo bibîr anîn

12:07 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê bi alîkariya Federasyona Navnetewî ya Kurdên Diyasporayê bi boneya 30`mîn salroja terorkirina şehîd duktor Qasimlo û hevalên wî semînarek lidar xistin.

Roja Pêncşemî 11`ê Tîrmeha sala 2019`an Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê bi alîkariya Federasyona Navnetewî ya Kurdên Diyasporayê, bi beşdariya komek kesên nivîskar, dîrokzan, rewşenbîr û kesên akademî li bajarê Almatîyê ya welatê Qazaxistanê, bi boneya 30`mîn salroza şehîdkirina Dr Qasimlo û hevalên wî semînarek lidar xistin.

Di wê bîranînê de, keda Dr. Qasimlo di tevgera kurdan a ji bo azadiya Kurdistanê da, bilind hate nirxadin.

Di despêka semînarê de, Serokê Federasyona Navnetewî yê Kurdên Diyasporayê û rêberê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê, "Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev" di derheg Dr. Qasimlo û keda wî rêberê gelê Kurd de got: Şexsiyet û bandora bêhempa ya şehîd duktor Qasimlo ji bo aştîyê û demokrasiyê bû, û kar û xebata wî di şîyarkirina neteweyekî de roleke mezin lîst.

Herwisa "Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev" got: Dr. Qasimlo yek ji wan şexsîyetên mezin bû, ku bi awayekî eşkere lidijî desthilata kevneperestî a rejîma Îranê xebat kir, û hewil dida ku bigihîje wekehevîya di navbera kurd û miletên din ên Îranê de ku dijîn.

Piştre Serekê Şerefê yê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê "Nadirê Kerem Nadirov" çend gotinek li derheq Dr. Qasimlo pêşkêşê amadebûyan kir û got: Dr Qasimlo kesayetiyekî ewqas mezin bû ku, karî Kurdan bo azadî û serxwebûnê bigehîne hev û tekoşînek bêhempa bikin.

Piştre Serokê berê yê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê, profesor " Ezîzê Zîyo Bedirxan" got: Taybetmendîya karê Ebdulrehman Qasimlo di wê yekê de ye ku, wî di demên herî dijwar de karê xwe meşand û karî hemû kurdên Rojhilata Kurdistanê bo bidestxistina azadîyê û serxwebûnê, ku piştî bûyerên Komara Kurdistan li Mehabadê ji dest çûbûn, carek din sax bike û vegerîne.

Paşê di wê semînarê de, Serokê komîteya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê, "Şîrinê Elî Mustefayev" got: Dr Qasimlo êdî ne wek serokên berê bû, ku bi awayekî radîkal û cidî xebat dikir, wî xebat bo rizgarbûna gelê kurd bi awayekî aqilane û dîplomatî dikir.

Di vê semînarê de Cîgirê berê yê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê, karsazê binavûdeng "Ezîmê Şemo Abdullayev" got: ku îro çi derfetên ku di destê me de hene, em gerekê bi kar bînin bona pêşketina gelê me û rizgarbûna welatê me, bona yekîtî û yekgirtin di navbera kurdan de. Em îro dikarin navê gelek kurdan bidine rêzê ku ji bo azadîya gelê xwe canê xwe fîda kirine, yek ji wan jî Dr. Qasimloyê mezin bû.

Herwisa "Ezîmê Şemo"bi gotineke berê anî ziman ku, "kîderê yekîtî heye, li wêderê jîyan, azadî û paşeroja geş ya netewe heye”.

Herwisa di wê semînarê de komek kesên rewşenbîr û dîroknas li derheq şehîd Dr. Qasimlo axavtinên xwe pêşkêşkirin.

Di dawiya semînarê de bi yekdengî her core terorîzmek û terorîzma rejîma Îranê şermezar kirin.