Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayan di peyamekê de piştevaniya xwe derheq nerizayetiyên mamostayan de nîşan dan

16:55 - 13 Kanûna Paşîn 2022

Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê, di peyamekê de tevî piştevankirina li nerizayetiyên roja 23`ê Befranbara 1400`an ya mamostayan, ji tev mamosteyên kurdistanê daxwaz kirin da ku, tevlî komên nerizayetiyê yên mamostayan bibin û ji bo daxwazên rewa yên xwe derkevn ser şeqaman û dengê nerazî yên xwe nîşan bidin.

Deqa peyamê wuha ye:

Komên xelkê Îranê!

Her niha li Îran û Kurdistanê de, dengê mamostayan bûye dengê mafxwazî, azadî û rasanê, bo mafê rewa  û daxwaziyên tev  çîn û qadên civakê û herwisa bûye gizînga rojê ,di asta kaboseke reş di sîstema perwerdehiyê de.

Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê,, di peyamekê de, tevî piştevankirina li nerizayetiyên roja 23`ê Befranbara 1400`an ya mamostayan , ji tev mamosteyên kurdistanê daxwaz kirin da ku tevlî komên nerizayetiyê yên mamostayan bibin û ji bo daxwaziyên rewa yên xwe derkevn ser şeqaman û dengê nerazî yên xwe nîşan bidin.

Bi yekdengî û yekrêziyê piştevaniya xwe derheq bi wan xalên xwarê dubare dikin:

Bi cih anîna mafên pîşeyî yê mamostayan di asta heqdest û mafên pîşeyan de.
Bi cih anîna mafên mamostayên malnişîn di asta heqdestê û mafên pîşeyî de.
Azadkirina tev mamostayên ku di girtîgehên rejîmên  de hepsî ne, bitaybet mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemmedî.
Berçavgirtina tev belgeyên 2030 yên UNESCO yên derheq perwerde û hînkariyê di Îranê de
Guhertina tev “belgeyên veguherîna bingehîn”
Xwendina bi zimanê zikmakî a neteweyên din yên Îranê
Xwendina bê beramber a dersxwanan û standardkirina xwendingehan di asta cîhanê de.

Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê

22`ê Berfranbara 1400`an