Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Welatên Ereb, tedexula rejîma Îranê di nava welatên Erebî de şermezar kir

12:20 - 17 Hezîran 2020

Roja Sêşemî 16`ê Hezîranê, Yekîtiya welatên Erebî di daxuyaniyekê de, destêwerdan û tedexula rejîma Îranê di nava welatên Erebî de şermezar kir û haydarî da rejîma Îranê ku tedexula xwe di nav wan welatan de rawestîne.

Yekîtiya welatên Ereb, di parek ji vê daxuyaniya xwe de ragihandiye ku rejîma Îranê di cehda tevdanî û çêkirina fitnê û geşkirina agir û aloziyê de ye.

Welatên Erebî di daxuyaniya xwe de tekezî kirine ku rejîma Îranê bi tedexula xwe di nav welatên herêmê de û ji wan Lîbî, Sûriye û Îraqê de bûye sedema şer û tevdanî û malvêraniya zêdetir.

Herwisa hate ragihandin ku rejîma Îranê bi hinartina çek û cebirxane û terorîstên bîhanî bo nav wan welatan agirê fitnê û şer xweştir dike.

Welatên Yekîtiya Erebî ku di vê daxuyaniyê de bi tundî kiryarên rejîma Îranê bona tedexula di nav welatên Erebî de bi tundî şermezar kir û daxwaz ji Îranê kir ku dawiyê bi alozî çêkirina di herêmê de bîne, herwisa tekezî kir ku welatên Erebî bona sekinandina tedexula Îranê di wan welatan de, eva ku destê wan bê dê encam bidin û bi vê mebestê hevalbendî û yekdengî di nav wan de heye.