Serokwezîrê Yemenê bas ji rola xirab a Îranê kir û got ku Îran li ser ewlehiya deverê û gemîvaniya navnetewî bûye gef.
Roja Şemî 20 Çiriya Paşîn Serokwezîrê Yemenê “Mu`în Ebdulmelek” di hevdîtin digel balyozê “Ferans”ê de li “Yemen”ê, tekezî li ser vê yekê kir ku divê Civaka Navnetewî li ser rola xirab a Îranê û piştevaniya Îranê ji çekdarên “Hûsiyan” bertekê li xwe nîşan bidin û givaşên micid wekî danîna dorpêçan li ser Îranê û çekdarên “Hûsiyan” zêde bikin û piştevaniyê ji yekparçebûna dewleta Yemenê bikin.
Herwisa navbirî ragihand ku kiriyarên Îranê wekî hatinûçûna gemiyên wan di geviya “Bab Elmend” ê de bûye gefek bo ser ewlehiya deverê.
Rejîma Îranê bi piştevanî ji girûpên çekdar yên girêdayiyê xwe wekî “Hûsiyan” û binpêkirina yasayên navnetewî di welatên derdor de bûye gefek micid û bi berdewamî fitine û aloziyan diafirîne.
Tedaxulên rejîma Îranê welatê Yemenê rastî kirîzên micid kiriye, ewlehiya hatûçûna gemiyan nemaye û her carê hêzên rejêmê bi hêcetek çewt, gemiyeke biyanî zewt dikin ku zêdetir bi armanca bi barimtegirtinê têne encamdan.