Dewleta yasayî ya Yemenê, derheq paşekêşiya Amerîkayê ji biryara danîna navê milîsên “Hûsî” li lîstê saziyên terorîstî, hişdarî da.
Roja Yekşemî 7ê Şibatê, Wezîrê “Gihandina Zaniyariyan” yê dewleta yasayiya Yemenê, “Muemmer El-Eryanî” ragihand: “Paşekêşî ji biryara bi terorîstnasîna “Hûsiyan” wekî dana xelatek bi Îranê re ye” û herwisa daye zanîn ku, “dê siyasetên kawilkerên wê girûpa terorîstî bihêztir bibin û dê bibe gef li ser berjewendiyên navnetewî”.
Herwisa “Muemmer El-Eryanî” daye zanîn ku paşekêşiya Amerîka ji biryara biterorîstnasîna “Hûsiyan” û rakirina navê wê girûpa terorîstî li listê saziyên terorîstî, dê rewşa krîza Yemenê dijwartir bike û dê bibe sedema dirêjbûna temenê kurt yê wê girûpê û rewşa xirab a mirovî ya bi sedema şer, û dê hêj dijwartir bibe.
Navbirî tekezî kiriye: “Paşekêşî ji biryara bi terorîstnasandina Hûsiyan ji aliyê Amerîkayê ve, dê bêhêvîtiyeke mezin a xelkê Yemenê li pey xwe ve bîne.
Hûsiyên Yemenê yek ji wan girûpên terorîstî ye ku ji aliyê rejîma Îranê ve tê piştevanîkirin û cebilxane û balafirên bê pîlot bi wan re dide û bi vî awayî siyasetên xwe yên afirandina fitneyan û geşedan bi terorîzmê bi rê ve dibe û dahata xelkê Îranê û canê xelkê Yemenê şewata wê siyaseta Îranê ne.