Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yemenê radestkirina bendera El-Hedîde wekî binpêkirina desthilata netweyî dizane

11:50 - 28 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Dewleta Yemenê pêşniyara milîşên Hûsiyan derheq radestkirina bendera El-Hedîde, ji NY re  red kir.

Li gorî raportên belavbûyî, dewleta Yemenê pêşniyara milîşên Şî`e meseb yên Hûsiyan, ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên piştevanîkirin, derheq radestkirina bendera El-Hedîde, ji NY re, ku dahata Wê bo Banka Navendî ya di bajarê Sen`ayê de bû, red kir.

Mihemed  El-AmIrî wezîrê Şêvirmendê  dewleta Yemenê got ku: “Eva ku milîşên Hûsiyan dixwazin encam bidin, bo xapandina raya giştî ye, daku bi wî rengî bikarin rewşa xwe ya aloz û binkeyên xwe serasrast bikin.

El-Amirî zêde jî kiriye ku, Hûsiyan di heyama çar salên borî de, dahata welat ya  li bendera El-Hedîde  talan kirine, û evan dest bi diziya ji riya avê ve kirine, û herwisa gef e bo ser riyên avî ên navneteweyî, û herwisa  bi berdewamî hovîtiyê dikin, û pêşî ji alîkariyên mirovdostiyê  yên bo hevwelatiyên Yemenê digirin.

Her di vê pêwendiyê de, nûnerê Hûsiyan ku di “konferansa navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî” ku di Tehranê de hatibû lidarxistin, serok û nûnerên girûpên milîş û melayên alîgirên Îranê beşdarî kiribûn,  di vê civînê de, di dema hevdîtina digel Xamineyî de, wekî tiberikê destê xwe bi ser Ebayê wî de dikêşe û radimûse.