Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Y.N.K.Sê spasnameyek bo PDKÎ şand

11:57 - 13 Hezîran 2021

Yekîtiya Nivîserên Kurdistana Sûriyê ji bo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Dezgeha Ragihandina Giştî ya PDKÎ sapsnameyek şand.

Deqa nameyê wiha ye:

Supasname

Berêz: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Dezgeha Ragihandina Giştî ya PDKÎ

Pir ji dil ve spasiya we yên rêzdar dikin li ser peyama we ya ji bo pîrozkirina lidarxistina duyemîn kongireya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û herwisa destxweşiyê li karmendên TISHK TVyê û malpera “Kurdistanmedia”yê dikin li ser şopandina nûçeyên kongireya me.

Digel rêz û silavên me

Bijî Kurd û Kurdistan

Luqman Yusif

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

Qamişlo 12.06.2021