Kompaniya “You Tube” berbnameyên “Russia Today” li çendîn welatên Ewropayê blok kirin û îznê nade ku bernameyên wan belav bibe.
Piştî destpêkirina şer di navbera Rûsiye û Ukraynê de, hikûmeta Rûsiyê rastî çendîn bertekan hatiye û herwisa ji çendîn aliyan ve rastî pirsgirêkan hatiye. Kompaniya “You Tube” ku girêdayê “Google” ê ye belavbûna bernameyên “Russia Today” li çendîn welatên Ewropayê de blok kiriye.
Pêka nûçeyên belavbûyî li welatê Lêtonî û Lehistanê, “Russia Today” hatiye blokkirin.
Herwisa Yekîtiya Ewropayê qedexekirina weşanên “Russia Today” û “Sputnik” ku girêdayê hikûmeta Rûsiyê ne, di Ewropayê de pesend kirin.
Êrîşa Rusiyê li ser Ukraynê tevî hebûna xisarên canî û maliyên gelek zêde û belavbûna hejmarek ji nûçe û girte vîdiyên wan tundûtijiyan bûne sedem ku Yekîtiya Ewrpayê û herwisa Kompaniya “You Tube” wan weşanan rabigre.