Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Youtubê Hesaba “Press tv” a ser bi rejîma Îranê jêbir kir

12:48 - 29 Kanûna Paşîn 2020

Malpera Youtubê hesaba “Press tv” a bi zimanê Birîtaniyayî a girêdayî rejîma Îranê, bi sedema binpêkariya yasayên youtubê jêbir kir.

Pêka nûçeya ku malpera Înterneşnal (Îranintl)ê belav kiriye, Youtubê hesaba “Press tv” a ser bi rejîma Îranê bi sedema “piropagende bo qazancê rejîma Îranê û li dijî Îsraîlê” jêbir kiriye.

Hesaba Youtubê a Press tv ku ofîsa wê di Birîtaniayê de ye, çend heftî piştî kuştina Qasim Silêmanî yê terorîst, sedan vîdiyoyên Qasim Silêmanî danîbûn, her bi sedema wan vidyoyan hatiye jêbir kirin.

Herwisa mediyayên Îranê, çend roj beriya niha dabûne zanîn ku, Facebookê, hesaba bikarhêner a websayta Press tv a bi zimanê feranseyî a girêdayî rejîma Îranê, bo du caran di heyama çend hefteyan de daxistibû.

Di heyama rojên borî de, “damena” navdewletî a malpera Nûçegihaniya “Fars” ku nêzîkê Sapaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê ye, bi fermana Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê ve hate daxistin.

Torên civakî yên wekî: Instagram, Facebook, Twitter û Youtubê dabûne zanîn ku her Nûçegihanî yan jî malperek ser bi rejîma Îranê, yasayên wan toran binpê bikin dê bo hertimî jêbir bikin.