
Kurdistanmedia: Fermandê YPG`ê ragehand ku piştî helwesta erênî ya hikûmeta Sûriyê derheq gotûbêjan digel Kurdan, di rojên bê de, ew gotûbêj li ser siberoja herêmên bakûra rojava ya Sûriyê wê bi rê ve herin.
Sîpan Hemo fermandê YPG bi nûçegihaniya “Rouyters”ê ragehandiye ku her cure lihevkirinek di navbera hikûmeta Beşar Esed û Kurdên Sûriyê dibe sedem ku du beşên mezin ên Sûriyê piştî heşt salan serê navxweyî bo yekem car bibe yek parçe.
Wî derheq biryara Amerîkayê jî bona vekişandina hêzên xwe ragehand ku ew biryara Amerîkayê gellek bilez bû, û nedibûya heta jinavçûna tewahî ya DAÎŞ`ê biryareke weha daba.
Kurdên Rojavaya Kurdistanê hemû hewla wan ew e ku bi navbeynkariya Rûsiyê digel Beşar Esed li hev bikin.
Sîpan Hemo bi “Routers”ê ragehandiye ku hêşta jî gotûbêjên rasterast digel hikûmeta Beşar Esed dest pê nekiriye, lê dewleta navendî pirojeyek ji aliyê me ve wergirtiye. Di vê pirojeyê de li ser mafên wek mafê Kurdan, xwendina bi zimanê Kurdî, û otonomiyê pêdagirî hatiye kirin.
Pêştir di meha havînê de jî gotûbêjek di navbera herdu aliyan de pêk hatibû, lê bêencam dawî pê hatibû.
Sîpan Hemo herweha ragehandiye ku pêşniyara Trump derhe pêkanîna herêmeke ewle di bakûra Sûriyê de, dibe ku ji ali NY ve bê piraktîzekirin.
Heya niha jî hemû hewla Tirkiyê ew e ku ew statûya ku di Rojavaya Kurdistanê pêk hatiye têk bide, û dijberiya wê bona pêşîgirtina ji deshilateke Kurdî ye, herçend bi berçav wisa nîşan dide ku ew tenê sere DAÎŞ û YPG`ê dike.