Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zahidan: “12 binçavkiriyên Belûç ji aliyê rejîma Îranê ve bikom hatin îdamkirin”

19:21 - 7 Hezîran 2022

Roja Duşemî 6`ê Hezîranê, celadên rejîma Îranê di tawanek mezin de 12 binçavkiriyên “Belûç” ku yek ji wan jin bûye, bikom îdam kirin.

Berî vê îdamkirina bikom, 3`ê binçavkiriyên din li roja 7, 8 û 10`ê meha Cozerdanê di girtîgeha “Destgird” a bajarê “Îsfehan”ê û binçavkiriyek din li bajarê “Zencan”ê, ji aliyê rejîma terorîstperwera Îranê ve hatibûn îdamkirin.

Her di vê derheqê de, navendên parastina mafê mirovî û herwisa Yekîtiya Ewropayê, welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de bo şermezarkirina vê hewla rejîma Îranê û hewla lezgîn bo rizgarkirina canê hezaran binçavkiriyên din ku di bin gefa îdamkirinê de ne gazî kirine.

Herwisa daxwaz kirine ku, dosyeya tawan û binpêkirina sîstematîk a mafê mirovî ya rejîma Îranê ji Şêwra Ewlehî ya Neteweyên Yekgirtî “UNSC” re bê dan.

Rejîma terorîstperwera Îranê bo tolhildana neşiyana xwe li rawestan li hember xelkê xwenîşanderên nerazî de, maşîna serkut û îdamkirina xwe bihêztir û berfirehtir kiriye.