Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zanîngeh û çiya du çeperên hertimî yên xebata Kurd in

17:14 - 21 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistana Îranê, postêr û tiraktên taybet bi boneya 12`ê Banemerê, salroja xwendekarên Kurd belavkir.

Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya salroja xwendekarên Kurd, 12`ê Banemerê, tirakt û postêrên taybet bi vê rojê belav kir.

51 salan berî niha, li roja 12`ê Banemera 1347`an, şehîd Îsma`îl Şerîfzade, ku xwendekarê endazyariyê Elekteronîk a zanîngeha “Polî têknîk” a bajarê Tehranê bû, piştî 18 mehan şerê qehremanane li djî rejîma paşayetî hate şehîd kirin.

Di dehkên 40`î de, ku sêya gefên rejîma Paşayetî bi ser hemû Îranê de dabû, û derfeta tu core çalakiyeke siyasî li Îran û bi taybet di zanîngehan de nebû, û Îsma`îl Şerîfzade, zanîngeh û kursiyê vê bi cih hêla û tevlî refên pêşmergeyên Demokrat bû.

Şehîd Îsma`îl Şerîfzade û hevalên wî li sala 1346`an heya 47`an, bo rizgariya neteweya Kurd li dijî desthilata rejîma Paşayetî li Îranê dest dane bi xebata çekdarî û piştî 18 mehan şerê qehremanane li roja 12`ê Banemera 1347`an hate şehîd kirin.

Yekîtiya xwendekarên Demokrat a Kurdistana Îranê, ev roj wekî Roja Xwendekarên Kurd diyarî kiriye.