
Zanîngeha “Peyam Nûr” a bajarê Îlamê wek zanîngehên “Kesik” di warê çalakiyên jîngehî de kevte nav pilebendiyên cîhanî.
Pêka gotina Serokê Zanîngeha “Peyam Nûr” a bajarê Îlamê “Ebas Suhrabzade”, Zanîngeha Îlamê piştî 2 sal kar û xebat di warê jîngehî de karî pileya yekem di nava zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dest bîne.
Herwisa ew zanîngehe ji aliyê saziya “Girîn Mêtrî” ve ku her sal pilebendiyê bo zanîngehan dike û pileyên cîhanî dide wan zanîngehan ku di warê jîngehî de çalak in, karî pileya cîhanî bi dest bîne û navê xwe di nava zanîngehên “Kesik” yên cîhanê de tomar bike.
Eva yekem car nîne ku Zanîngehên Kurdistanê pileyên cîhanî bi dest tênin. Berê jî Zanîngeha Zanista Pizîşkî ya bajarê “Sine”yê ji aliyê Saziya Fêrkariya Bala a “Taymiz” ve bo sala 2021an pileya yekem di warê belgeyên zanista pizîşkî ve bi dest anî.