
Pêka dawî encamên belavkirî ji aliyê Saziya Zanistî ya “Times”ê ve, zanîngeha “Kurdistan” li warê hebûna bandorek erênî di sala 2021an de pileya 601 heta 800 bi dest xwe ve aniye.
Bandora zanîngehan pêka çalakiyên wan zanîngehan li çarçoveya armancên geşeya cihgîrbûna rêkxiravên Saziya Neteweyên Yekgirtî û herwisa pêka 4 pîverên “lêkolîn, birêveberî, geşe û rahênan” tê helsengandin.
Di sêyemîn helsengandina bandora zanîngehan ji aliyê Saziya“Times” ve, hezar û 111 zanîngeh ji 94 welatên cîhanê beşdar bibûn.
Zanîngeha “Kurdistanê” di nava tev zanîngehên Îranê de pileya 15 heye û di nava zanîngehên herî baş de ji pileya 7 û di nava zanîngehên cîhanê de jî pileya 601hetanî 800 heye.