Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zanîngehêhên Îranê hişdariya sîpela 2`an a vîrûsa Koronayê didin

18:31 - 13 Nîsan 2020

Çewtekariyên rejîma Îranê li ser daketina asta belavbûna vîrûsa Korona di halekê de ye ku, zanîngehên Îranê li ser sîpela 2`an a vîrûsa Koronayê hişdariya didin.

Roja Duşemî 25`ê Xakelêwe, tevî gotinên Cihgirê Wezîrê Tenduristî yê rejîma Îranê derheq daketina asta tûşbûn bi vîrûsa Koronayê di Îranê de, berpirsên zanîngehên zanîstî ên pizîşkî di çend parêzgehên Îranê de, derheq sîpela 2`an a belavbûna vîrûsa Korona û dijwarbûna kontrola wê vîrûsê hişdariyê didin.

Pêka ragihandineke girêdayê rejîmê, di roja Duşemî 25`ê Xakelêwe de, berdevkê zanîngeha pizîşkî a bajarê Îsfehanê, “Areş Necîmî”, gotiye ku hejmara tûşbûn bi vîrûsa Koronayê di wê parêzgehê de zêde bûye û “nigeranê bilindbûna asta dûbare a wê nexweşiyê ne”.

Herwisa navbirî hîşdarî da ku, hekî civak ji hev dûr ketin berçav negrin, her demek renge rastî bilindbûna sîpeleke dijwar a tûşbûn bi vîrûsa Koronayê bibin.

Herwisa Berpirsê Zanîngeha Pizîşkî a bajarê “Babol” a girêdayê parêzgeha “Mazenderan”ê bas kiriye, ku kontrolkirina sîpela 2`an a belavbûna vîrûsa Koronayê bo navendên pizîşkiyê, dê pir dijwar be.

Berpirsê zanîngeha pizîşkî a parêzgeha Îlamê bas dike, ku belavbûna vîrûsa Koronayê di bajarên başûrê wê parêzgehê de yên wekî, “Dêhlûran û Abdanan”ê, zêdetir dibe û roj bi rojêî berfirehtir dibe.