Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zaniyariyên bankî yên 30 hezar kesî hatine dizîn

10:36 - 12 Çirriya pêşîn 2020

Polîsê “FETA”yê ragihandiye, ku zaniyariyên 30 hezar kesî bi rêya sîstemeke sexte ve ku bi rengê sîstema “SECAM”ê ye bi awayê “Fishing” hatine dizîn.

Roja Yekşemî, 11ê Çirriya Pêşîn, Berpirsê Polîsê FETA , “Vehîd Mecîd”, ragihandiye ku zaniyariyên bankî yên 30 hezar kesî bi rêya sîstemekî sexte ku bi rengê sîstema “SECAM”e bûye, hatiye dizîn.

Pêka polîsê “FETA” dizên wî sîstema sexte bi danîna sîstemek bi rengê sîstema “SECAM” ê pereyê xelkê dizîne.

“Vehîd Mecîd” ragihand: “Dizî ji tev hisabên bankî yên 30 hezar kesî bi rêya “Fishing”ê ve ji kartên bankî yên sîstema SECAMê hatine kirin û pere ji hesaba wan hatine dizîn”.

Polîsê FETA tevî ragihandina binçavkirina 7 kes ji wê girûpa diziyê daye xuya, ku wan kesan zaniyariyên bankî yên 30 hezar kesî hebûne.