Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zaniyariyên zêdetir li ser cehda terora Sadiq Zerza endamê PDKÎ

12:46 - 21 Hezîran 2020

Ew êrîşa ku li ser Endamê berê yê rêberiya PDKÎ û Xarziyê Dr. Qasimlo, Sadiq Zerza,  hatiye kirin, kesekî bi navê Rehmet e, û xelkê bajarê Şinoyê ye, Bavê wî hevalê berê yê Sadiq bûye, midehekê berî niha pêwendî bi Sadiq re girtiye û gotiyê ku Kurê wî yê bi navê “Rehmet” bi mebesta qedandina xwendina xwe hatiye Holendê, û daxwazê ji Sadiq dike ku bibîne û hejê hebe, Dr. Sadiq jî pêwendiyê bi Rehmet re digire da ku xizmetê jêre bike, dema ku Sadiq pê maşîna xwe diçe bi dû wî de, ev bi deste gulekê diçe pêşwaziya Sadiq, dema gulê dide destê Sadiq, Kêrekî mezin ku di nava gulê de weşartibû, dikêşe û Sadiq dide ber Kêran û gelek bi giranî birînadar dike.

Dema ku çend Kêran li Sadiq dide, Kêrka Rehmet dikeve ber derê maşînê û dişkê û Sadiq jî bona xwe xelaskirinê, Maşînê diajo û li ber evê ku gelek birîndare û kontirola xwe ji dest dide, çend metran diçe, maşîna xwe ji maşîneke dinê dide û disekine, lê Rehmet dîsan êrîşê dike ser û çend derbên dinê bi kêr lê dixe.