Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zanyariyên 63 milyon kesan di Îranê de li ser tora înternetê têne firotin

12:00 - 9 Nîsan 2020

Zaniyariyên 63 milyon kesên ku di banka “Sadirat” a Îranê de hisaba bankî hebûne li ser tora înternetê têne firotin.

Zaniyariyên 63 milyon kesên ku di banka “Sadirat” a Îranê de hesaba bankî hebûne hatine eşkerekirin û ew zaniyarî ku nav û nasnav, hejmara hesab, hejmara kart, rênimiya kodê, emaila bikarhêner, hejmara bikarhêneriyê û hinek zaniyarê din li xwe digire, li ser tora înternetê têne firotion û banaka Sadirat a Îranê jî heya niha ti bertekek tinebûye.

Di rojên derbasbûyî de, di 3 qonaxên cuda de, zaniyariyên milyonan xelkê Îranê li ser tora înternetê belavbûye.

Zaniyariyên 42 milyon kesên bikarhêner ên yek ji appa nefermî a “Telegram”ê, zaniyariyên 5 milyon kesên bikarhêner ên appa “Sîb” û herwisa peydakirina valahiyeke ewlehî di sîstema “îdareya tomarkirina barê kesayetî”(Sebt ê Ehval) li ser tora înternetê belavbibû û niha ew zanyarî li ser tora Înternetê têne firotin.

Navenda “Mahir” a girêdayê Wezareta Pêwendî ya rejîma Îranê di 13`ê Xakelêwe de bas ji eşkerebûn û firotina zanyariyên milyona kesan ku li ser tora înternetê tê firotin kiribû.

Eve jî di halekê de ye ku herêma kesîn di Îranê de ji aliyê appên çêkiriyên Spaha Pasdaran a terorîst ve tê dizîn û di jêr çavdêriya Spaha Pasdaran a terorîst de ye, û wan bi awayekî xirab bikar tîne.