Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarok sereketirîn qurbaniyên di Îran û Kurdistanê de

11:55 - 26 Nîsan 2020

Tevî vê ku di Kurdistanê de rejîm pêşî li xwendina Zimanê Zikmakî girtiye û nahêle li ti dibistananekê de bi Zimanê Zikmakî dersê bixwînin, wê carê jî wan hînê siyaseta xwe a çewt dike û îdolojiya xwe bi ser wan de disepîne.

Zarokên ku di Îranê de li polên 1 heya 4 dixwînin, tenê hînê, çek û teqemenî û hin kiryrên wekî “Husên Fehmîde” dike û di hin rûpelan de jî tenê basa siyasetvanên xwe dike ku tenê karê wan siyasetvanan jî darêtina pîlanên terorîstî bûye.

Ji aliyek din ve jî, li hin pertûkên pola yekem a seretayî a sala 1399`an li ser sala 1400`an, ku hêşta belav nekirine, wêneyê Qasim Silêmanî yê terorîst danîne û basa wî terorîstê kirine.

Pêka konvansiyona mafê zarokan, nabe zarok heya 18 saliyê hînê çek û teqemenî bibin û dibe ew dûr ji wan tiştan bin.

Lê rejîma Îranê wan zarokan hînê kiryarên terorîstî û îdolojiya xwe a çewt dike, û herwisa wan hînê şerkirinê dike û dişîne bo derveyê welat bo kiryarên terorîstî, ku eve jî dûr ji yasaya Konseya Mafê Zarokan e.