Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokên dehka 90 an, bidijî sinaryoya rejîmê a “Selam Fermande” bertek nîşan dan

11:55 - 24 Hezîran 2022

Zarokan li hember kiryara rejîmê a bi navê “Selam Fermande” ku piraniya zarokan li qutabxanan de û bi cilûbergên tewaw peçavtî, wêneyên Xamineyî didne destê wan, bi awayekî ciwakî bertek nîşan dan.

Roja Pêncşemiyê 23ê Hezîrana 2022 an, sedan Zarokên Keç yên temen 10 heya 15 salî li bajarê Şîrazê kombûn û xwastin bo rejîmê û hemî cîhanê bidne xuyakirin ku Zarokên dehka 90 an wihane, ne wekî ewa ku rejîm bi destê zorê wan êxsîr dike û bi ser wan de disepîne ku divê “Selam Fermande” bêjin.

Wan Zarokên Şîrazî, bi awayê modern û îroyîn cilûberg berkiribûn, Laçîk û Meqne fire dabûn û bi serê serqot, hindekan bi kirasê Tîşêrtê bê mil, hinekan bi Şalê Sê Çarêkî, û bi hilgirtina emraz û kerestên modêrne ku îro rojê Zarokên pêşkevtiye Cîhanê bikar tînin, derkevtne ser şeqaman û gotin emin Zarokên dehka 90 an.

Piştî kombûna wan zarokên bidijî rejîma kevneperest, destbicî hêzên tepeserkare rejîmê êrîş kirne ser wan Zarokan û bi awayekî herî hovane hejmarek ji wan Zarokan girtin û birin bo navendên ewlehiye rejîmê.

Fermandarê bajarê Şîrazê ragihand ku wan zarokan karek kirine ku Îslam birine jêr pirsê û di serdemê berî Îslamê jî karê wisa nehatine kirin.

Wî deshilatdarê cinayetkare rejîmê gef xwarin ku dê wan kesan bi awayê herî tund ceza bidin ku ev rêka danane ber wan Zarokan.