Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokên kar di parêzgehên perawêzxistî de zêde bûne

17:11 - 26 Kanûna Paşîn 2021

Serokê “Bêhzîstî” yê parêzgeha Luristanê gotiye: “Zarokên kar di wê parêzgehê de hene û piraniya wan di parêzgeha “Xuremabad û Birucird”ê de ne.

“Kerîm Yarî” nûnerê “Weliyê Feqîh” li Luristanê bas ji vê yekê kirire ku zarokên ser şeqaman diyardeyek azarderiya civakî ye û ew zarokane serdemak ji jiyana xwe di nava şeqaman de derbas dikin.

Navbirî gotiye hejarî û akincîbûn li qeraxz bajaran û tûşbûn bi madeyên hişber, sedema sereke ya zêdebûna zarokên kar e û bas ji vê yekê kiriye ku bo pêşgîrî ji zêdebûna zarokên kar pêdvî ye kar li ser bihêzkirina malbatan bê kirin.

Pêka biriyarên Saziyên neteweên yekgirtî taybet bi mafê zarokan, kesên jêr temen 18 salî bi zarok tê hisabê û erkê hikûmetê ye ji wan zarokan xwedî derkeve.

Hevdem dibe hikûmet pêngavên micit û pirojeyên perwerdeyiya zarokan darêjin û li her cure xisarên civakî bêne parastin.