
Çend zarokên Sewlavayê bi şikandina dexlên xwe, ji nêçîrvanekî çend kevên ku di qefesan de bûn, kirîn û di devera Kosalan û çiyê Şaho de ji qefesan berdan û ragihandin: “Cihê kevan xweza ye ne qefes”.
Li bajarê Sewlava yê girêdayê bajarê Sinê, 5 zarokan bi berdana 10 kev ji qefesan berdan, temenê wan zarokan 6 heta 12 salan e ku bi wê çalakiya xwe û tevî hewcehî bi tiştên dinê, perê dexlên xwe bona kirîna kevan bikar anîne û daxwaza dilê wan berdan û azadkirina kevên bendkirî ji qefesan bûye.
Bi sedema wê çalakiyê, nêçîrvanekî xelkê Sewlavayê çeka xwe şikand û bo hertimî dest ji nêçîrkirinê berda.
Yek ji wan zarokan ku navê wî “Kejwan” e û temenê wî 6-7 salî ye û gotiye: “Di sala derbasbûyî de, bi sedema Koronayê em kêmtir ji malê derdiketin, min digel çend hevalên xwe biryar da ku bona azadkirina balindeyan pere kom bikin”.
Zarokeke din ku navê wî “Ariya” ye got: “Min bi bavê xwe re got ku cihê kevan qefes nîne ew divê azad bin û li deşt û çiyayan de bigerin”.
Parastina jîngeh li Rojhilatê Kurdistanê, mijareke girîng e û zarokan jî roleke berçav li çalakiyên jîngebparêziyê de hene.