Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêde bûna %300 ye nirxa emrazên Maşînan

12:33 - 29 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Di Îranê de, Nirxa hewcehî û emrazên Maşînan %300 ji bilind bûye.

Serokê Yekîtiya Te`emîrkarên Maşînan di Îranê de ragihand ku, di heyama Salekê de, nirxa alav û Yedekên Maşînan %300 ji anku 3 beramber zêde bûye.

Ev yeke jî bûye sebeb ku xwediyê Maşîn bona çêkirina maşînên xwe, kêmtir serdana Te`emîrgehan bikin.

Ev emraz û alavên Maşînan jî ku bikaranîna wan zêdeye û nirxa wan jî zêdetir çûye serê, yên wekî: Dîsk, Sefhe, Lêntên Tormiz, Ser sîlendr, Supap û hwd...

Bi taybetî nirxa alavên Maşînên çêkiryê welatên bîhanî jî, gelek zêdetir bilind bûne.

Bi hegera dorpêçên Aborî ên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê, ku Perê Îranê li hember perê bîhanî şikestiye û bê nirx bûye, wê yekê bandora rastewxwe danaye liser hemû hevcehiyeke jiyana xelkê Îranê ku yek ji wan, bilindbûna nirxa Maşînan û emrazên wê ne.