Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêde bûna rêjeya diziyê di nava bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê

12:19 - 28 Kanûna Paşîn 2022

Heyameke ku rêjeya diziyê di nava bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet di gundan de zêde bûye û eva bûye cihê nîgeraniya welatiyan.

Pêka nûçeyên belav bûyî di gundên derdora bajarê “Urmiyê” heyamê zêdetir ji salekêye ku rêjeya diziyê di nava wan gundan de zêde bûye û alavên wekî “Kablên berq û telefonê, matorên berqê, sîmtêldirî, perjînên derdora rez û baxatan û gelek caran pez û malatên welatiyan hatine dizînê.”

Pêka gotinên welatiyan, heya niha xelkê wan gundan çendîn car ew pirisgirêke bi navendên pêwendîdar ên wekî şêwreyên gundan ragihanidne, lê ew pirisgirêk nehatiye çareser kirin û hêj kesên nenaskirî bi awayê şevane di nava gundan de digerin û tişt û hacetên welatiyan didizin û eva bûye sedema nîgeranî û tirisa xelkê.

Nebaş bûna rewşa aboriya xelkê, bêkarî, kêmdahatî û hejarî ,di bin siya deselata rejîma Îranê, bûye sedema zêdebûna karên wiha nejêhatî û kirêt di nava civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de.