Rejîmê ku ragihandibû bo sala nû a xwendinê deryên dibistanan di seranserê Îranê de vekirîne, û xwendinê dest pêkiriye, di zaf ciha de dersxwanan xwe amade kirin û çûne ser polên xwendinê, lê mamosta di dibistanan de amade nabin.
Di herêma Soma û Biradost a girêdayê bajarê Urmiyê, di paraniya gundan de dibistan vebûne, çend rojekan jî dersxwan çûne ser polên xwendinê û di dibistanan de amade bûn, lê di piraniya dibistanan de mamosate amade nabin û naçine ser polên wanegotinê, û dersxwan sergerdan mane.
Rejîmê bona peçavtina direv û bêkifayetiya xwe ku nikare mamostayan bişîne ser polên xwendinê, gotiye xelkê, me ragihandibû ku xwendin dê bi awayê “Onlaine” bi rê ve biçe.
Piraniya zarok û dersxwanên gundan jî bona xwendina “Onlaine” ku ji îmkanat û hewcehiyên weke Taplêt û Kampiyotêr û hêla înternetê bêpar in, yan şarezayiya bikaranîna wan emrazan çinînin, ji xwendinê bêpar dimînin.