Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebarî tepeseriya tund, xwenîşandan di Îranê de berdewame

12:11 - 18 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Xwenîşandana xelkê Îranê di piraniya bajaran de berdewam e û rejîm jî tepeseriya zêdetir dike.

Nerizayetiya xelkê Îranê bi nîşana nerizayetî li hember bilindkirina nirxa Benzînê di Îranê de, di roja xwe ya 4`ê de berdewam e, û xelk bi nîşana nerizayetiyê, agir berdidine Bank û Pompbenzînan û binkeyên hêzên rejîmê, di hember de jî, hêzên rejîmê bi awayê herî hovane xwenîşanderan tepeser dikin û dest ji kuştina wan naparêzin.

Pêka amarên ku bi awayê nefermî têne belavkirin, heya niha dehan kes ji xwenîşanderan hatine kuştin, sedan kes birindar bûne û hezaran kes jî hatine desteserkirin.

Giraniya tepeseriyê di bajarên Kurdistanê de zêdetire, heta niha li Rojhilatê Kurdistanê, pitir ji 10 kesan şehîd bûne û dehan kes jî birîndarin, û hêzên rejîmê bêrehmane singê xortên Kurd didine ber gullan.

Rejîmê Înternet jî qut kiriye, da ku dengê xwenîşandanê û tepeseriya hovaneye wan negihe cîhanê.

Ev 2 roje di piraniya bajaran de qutabxane hatine daxistîn û ji roja derbasbûyî ve, xwandekarê zankoyan jî tevlî xwenîşandanan bûne.