Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebariya givaş û gefên rêjîmê, Newroz dê bi berfirehî bi rêve biçe

15:49 - 18 Adar 2019

Kurdistanmedia: Di nêzîkbûna cêjna Newroz û hatina sersala nû, tevî vê ku rêjîm berdewam xelk xistiye ber gef û givaşan ku, nabe rêûresimên berfireh û girseyî li Çarşemiya dawiya sale, û hilkirina Agirê gurr û cêjn û şahî û govendan de beşdar bin, lê xelkê Îranê bi giştî û bi taybetî gelê Kurd li Kurdisatnê bi bê berçav girtina gefên rêjîmê, xwe amade kirine gellek bi gurrtir ji caran bo pîrozkirin û pêwazîkirina newroz û sersala nû biçin.

Gelê me yê serbilind û xwedî  îrade, îsal jî xwe amade kirine, ji bona pîrozkirina cêjna neteweya xwe û bi bê guhdan bi gefên dawletê, amadekariyan dikin ku wê cejnê bi awayekî berfireh pîroz bikin.

Hewceyî bîr anînê ye ku, ewa zêdeyî ji mehekê ye  ku, dezgehên rêjîmê gazî hunermend, helbestvan, mamosta, û çalakvanan dikin, û ji van re dibêjin ku nabe di rêûresimên newrozê de, beşdar bin.

Pêka wan nûçe û zaniyariyên ku digihîjine me, bi berwajiyê daxwazkariyên rêjîmê, îsal netenê li Kurdistanê, belkû li seranserê Îranê, xelk xwe amade dike ku, cêjn û şahiya pêşwazî ji Çarşemiya dawiya salê(Çarşemî sorî) û Newroz û sersala nû, bikine girseya rabûn û cêjna serhilidanê, bikine roja zelulî û lerzîna rêjîmê, û bikine govend û dîlana azadiyê.

 Lewma, rêjîm ji cejn û şahiya xelkê ditirse û bi hemî awayî hewl dide da ku bikare wê cejnê jî bi bê agirê serê serhildanda xelkê wêzar bûiye welat derbas bike.

Bêgûman gellek nemaye ku kina pendavxwariye xelkê biteqe û text û bextê zordariyî biherfîne, her ji tirsê rojeke handaye ku, rêjîm ji xweşî û şadiya xelkê ditirse.

Xelkê welatê me îsal li demêkê de ber bi Newroz û sala nû ve diçin ku mixabin bi hegera siyasetên qirêj û dijî gelî bûna wê rêjîmê ve xelk belengaz û hejar, bêkar, û piraniya xelkê ji ber nedariyê nekarîne hewcehiyên herî kêm yên Newrozê dabîn bikin, û mixabin ji zarokên xwe şerm dikin ku sifika Newrozê ya wan betalê.