Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna %70 deyna rejîma Îranê bi Banka Navendî

13:18 - 4 Tebax 2021

Roja Çarşemî 12`ê Gelawêjê hate ragihandin ku, bi qasî %70 deyina rejîma Îranê zêde bûye ku li gel amara dewletê ku daye Banka Navendî cudahî heye.

Dema ku Wezîrê Aboriyê di 17`ê Hezîranê de îdîa kiribû ku rejîmê sala borî "yek riyal" jî ji Banka Navendî deyn nekiriye, lê Banka Navendî ya Îranê, roja Sêşemê raporek ji zêdebûna%24 ya deyna rejîmê ji Banka Navendî re belavkir.

herwisa hate ragihandin ku di Hezîrana îsal de, deynê rejîmê ji Banka Navendî re li gorî Hezîrana sala borî ji %70 zêdetir bûye.

Li gorî Banka Navendî, deyna rejîma Îranê yê li hember vê bankê heya dawiya Hezîrana îsal gihaye 165.000 mîlyar tûmenî. Ev hejmar tenê deyna dewletê ye ji Banka Navendî re.