Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna givaş li ser hevwelatiyên “Behayî” di Îranê de berdewame

11:45 - 25 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Di heyama çend rojên derbasbûyî de, hejmarek ji hevwelatiyên “Behayî” di Îranê de hatine desteserkirin.

Roja Duşemî, 29`ê Rezberê, “Mîtra Forsetîpûr” hevwelatiya Behayî bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê”, ji aliyê hêzên dezgeha Îtila`atê ve hate binçavkirin.

Herwisa çend roj berî niha, 3 hevwelatiyên din ên Behayî yên bi navên “Forûzan Meisûmî, Kiyana Şoa`î û Sirûş Abadî”, di bajarê Şîrazê de hatibûne desteserkirinê.

“Cawîd Rehman”, raportêrê taybet ê mafê mirov li Îranê, di rapora xwe de bas ji “bê dadperwerî û rewşa tepesekirina xelkê Behayî ji aliyê Îranê ve kiribû.