Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna nerazîbûna rejîm xistiye tengasiyê de

12:05 - 2 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Berfirehbûna rojbirojê zêdetir ya meşên nerazîbûnê rejîm xistiye nava tengasiyeke wisa de, ku li ber bêçareyiya di kuntrolkirina wan nerazîbûnan de, her carê tiştekê dibêjin.

Li ber siyasetên şaş û dijîgelî ên rejîma Îranê, em şahidê rojbirojê berfirehtirbûna zêdetirya ya meşên nerazîbûnê di nava hemû tex û qatên welat de dibin. Rejîm jî ku êdî nizane çawa dawî bi van meşên nerazîbûnê bîne, hemû riyan diceribîne. Lê dîsan jî serkevtî nabe û hewl dide bi boxtanên curbicur wekî girêdayîbûna vî xelkê nerazî bi Erebistan, Amerîka, Îsraîl, û “Dijî Şoreş” (Zidê Inqilab)an, bi hêsanî wan serkut bike.

Her di vê derheqê de fermanderê Hêza Întizamî a Tehranê ragehandiye ku ji destpêka salê ve heya niha wan zêdetir ji şeş hezar vexwandin ji aliyê “dijî şorş” (Zidê Inqilab)an ve bo pêkanîna meşên nerazîbûnê li dijî Komara Îslamî hebûne. Lê bi xweşî ve me kariye dawiyê bi piraniya wan nerazîbûna bînin.

Husên Rehîmî fermanderê Hêza Întizamî di doma axavtinîn xwe de bas ji vê kiriye ku di neh mehên borî de wan 932 meşên nerazîbûnê hebûne, ku bi hewla wan, dawî bi wan hatiye anîn.

Wî bona veşartina rastiyan, û dadperwerbûna rejîma xwe û berpirsyarbûn li hemberî xelkê, ragehandiye, ku wan bi fermanderên xwe ragehandine, ku hekî meşeke nerazîbûnê hebe, dibe kesên berpirs bêne derve û bizanin xelk çi dixwaze, û hekî berpirsek amade nebe ji mala xwe derkeve û guh bide daxwazên xwenîşanderan, dibe hûn bi zorî wî ji mal derxin û berbirûyê xelkê nerazî bikin.

Berpirsên payebilind yên rejîmê her yek ji wan, wisa fêr bûne, ku bona çewtekariyan û veşartina rastiyan xwe pak û dilsoj û xelkî nîşan bidin û hemû jî tawan û kêmtirxemiyan bixin stûyê yektir.