Nigeraniyên ji êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê zêde bûye û gelek welatan daxwaz ji hevwelatiyên xwe kirine ku bi zûtirîn dem vî welatî bicih bêhilin û Rûsiya jî Amerîkayê tawanbarê propagende li dijî xwe dizane.
Roja 12`ê Şibatê “Jeo Biden” Serkomarê Amerîkayê di pêwendiyek telefonî digel Serkomarê Rûsiyayê “Vladimir Putin”, gef li Rûsiyayê xwar û daye zanîn ji egera êrîşa Rûsiya li ser Ukraynê, ew dê rastî bersiveke rohn û lezgîn ya Rojavayiyan bê
“Jeo Biden” daye zanîn ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynê dê bibe sedema êş û azarên mirovî yên berfireh û ew dê Rûsyayê bêrûmet bike.
Herwiha “Biden” hişyarî da ku destêwerdana duyemîn li Ukraynayê dê bibe sedem ku Rûsya rûbirûyê ziyanên mezin bibe.
Rûsiya her roj cebilxane û alavên leşkerî û tank û çekên giran bo sînorên Ukraynê vediguhazîne û heta niha 130 hezar leşkerên xwe li ser sînorên Ukraynê an jî nav axa “Belarus”ê de bicih kiriye. Ev yeka bûye sedema vê ku gelek welatên wek Amerîka, welatên Ewropî, Erebistan û Îraq daxwazê ji hevwelatiyên xwe bikin ku axa Ukraynê demûdest bicih bêhilin.
Amerîkayê daye zanîn ku vê diçe ku Rûsiya yekem car bi balafiran êrîşê ser Ukraynê bike û piştire bi rêya bejayî ve êrîş bike.