
Kurdistanmedia: Rewşa jiyana xelkê Îranê bi sedema zêdebûna dem bi demê ya nirxa hewcehiyên rojane, dijvartir dibe.
Piştî sepandina gera 2`yan ya dorpêçan ji aliyê Amerîkayê ve bi ser Îranê de, roj bi rojê bêtir nirxa hewcehiyên rojaneye ên jiyana xelkê li bazarên Îranê de diçe serê, ku ev yek jî bûye sedem vê ku rewşa jiyana xelkê dijvartir bibe.
Ji havîna îsal ve nirxa pareke berçav ji hewcehiyan du beranber ji berê zêdetir bûye, bi taybet nirxa hewcehiyên xwarinê du caran zêdetir buye. Piraniya xelkê bi vê sedemê şiyana kirîn û dabînkirina hewcehiyên xwe çininin.
Zêdebûna nirxan bûye sebeb ku bazar kesad be, û astê firoşê jî kêm be.
Wa tê pêşbinîkirin ku li rojên dahatî de, nirxa bazarê û hewcehiyê rojane yên xelkê ji wê hindê jî zêdetir be.