
Ciwanekî Kurd piştî 1 sal û 5 rojan, hêj qedera wî nerohn e û binkeyên ewlehî yên rejîmê piştî heyamekê binçavkirina wî red kirine.
Ciwanê Kurd yê bi navê “Ferîd Pejûhî” ku ji Xezelwera sala 1397`an ve li bajarê Merîwanê bêserûşûn bibû, heya niha ti zaniyariyek li derheqê wî ciwanê Kurd ji ber dest nine û tevî wê yekê ku di destpêkê de binkeyên ewlehî yên ser bi rejîma Îranê bas ji binçavkirina wî kiribûn, piştî derbasbûna heyamekê ji ser binçavkirina navbirî re, navendên ewlehî yên rejîmê niha wê yekê red dikin.
“Ferîd Pejûhî” di sala 1373`an de ji dayîk bûye û xwendekarê têrma dawî a Karnasî ya Endazyariya Avedanî a Zanîngeha Azad a bajarê Merîwanê ye.
Malbata “Ferîd Pejûhî” di destpêka bêserûşûnbûna kurê xwe de bi alîkariya hindek kesan agehdar dibin ku ew hatiye binçavkirin û di girtîgeha bajarê Sineyê de hepsî ye.
Berpirsê Agahî a rejîma Îranê li bajarê Merîwanê bi malbata “Ferîd Pejûhî” re gotibûn, ku ew zindî ye lê bi hegera ewlehîbûna wî, nabe ji wî yekê zêdetir li pey bikevin.
Îdareya Ewlehî ya rejîma Îranê, niha red dike ku kesekî wiha di girtîgeha wê îdarê de ye.